• DOLAR 32.374
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2394.008
  • ...
Siyonîstên îşxalker di meha Tebaxê de 607 Filistînîyan desteser kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyonîstên îşxalker ku goh nadin nepeniya malên ku hema hema her roj êrişî malên Filistîniyan dikin, wek her meh di meha Tebaxê de bi sedan filistînî desteser kirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê Komîteya Girtiyan, Klûba Girtiyan a Filistînê, Saziya Mafên Mirovan û Piştgiriya bi Girtiyan a Ed-Damir û Navenda Ragihandinê ya Vadî Hulveyê va hat weşandin de hat ragihandin ku siyonîstên îşxalker li Qudsê di meha Tebaxê de 59 jê zarok 13 jê zarok 607 Filistînî desteser kirin. Li bajarên El-Halîl, Beytullahîm û Cenînê jî gelek Filistînîyan desteser kir.

Di daxuyanîya ku di meha tebaxê da hat diyarkirin de, siyonîstên îşxalker piraniya Filistîniyên ku li Qudsê dijîn desteser kirin, hat diyarkirin ku siyonîstên îşxalker di meha Tebaxê de 30 jê zarok 7 jê jin 148 kesan deseteser kirin û li El-Halîl a Beytlehmê jî 148 kes binçav kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku gelek caran înfazên bê edaletî hatin kirin û hat gotin ku hejmara Filistîniyên ku di zindanên îşxalker de ya ku di meha tebaxê de hatine girtin jî ev e; 32 jê jin û 180 jê zarok 4 hezar û 650 kes in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir