Li Calîfornîayê şewata daristanê: Ji 11 hezarî zêdetir mirov hatin tehlîyekirin
Ji ber sedema şewata daristanê yê ku li wîlayeta Calîfornîaya Emrîqayê pêk hat ji 11 hezarî zêdetir mirov ji cihê xwe bûn.
![Li Calîfornîayê şewata daristanê: Ji 11 hezarî zêdetir mirov hatin tehlîyekirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/gvmxWk84d65aEUbao42scwnOQLg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/37/li-californiaye-sewata-daristane-ji-11-hezari-zedetir-mirov-hatin-tehliyekirin-de6349db.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di qesebeya Placera ku li bakura wîlayeta Calîfornîayê ye, şewata ku ji 6ê Îlonê vir ve berdewam dike 16 hezar û 500 hektar 'erd kir wek xwelîyê.
Hat îfadekirin şewata ku gelek cihên ku girêdayê qesebeyên Placer û El Doradoyê ne kirîye bin tesîra xwe, ew ê herêmên dinê jî tesîr bike.
Hat ragihandin ku heta niha ji sedî 10ê şewatê hat bin kontrolkirin. (ÎLKHA)