Li Nîjeryayê qezaya trafîkê: 20 kes mirin
Li eyaleta Oyo ya Nîjeryayê di encama qezaya ku pêk hat de herî kêm 20 kes mirin.
Otobusa rêwiyan a ku ji kontrolê derket li ser rêya Maya-Lanlate ya li herêma Îbarapa ya eyaleta Oyoyê li wesayîtekê qelibî.
Hat diyarkirin ku di şewata ku piştî qezayê derket de herî kêm 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku ew ji zêdebûna hejmara miriyan bi fikar in. (ÎLKHA)