• DOLAR 34.201
  • EURO 38.147
  • ALTIN 2905.858
  • ...
Li Papua Gîneya Nû û Endonezyayê erdhej çêbûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) li welatê Papûa Gîneya Nû ya Pasîfîkê ya Başûr erdhejek bi mezinahiya 7,6an tesbît kir.

Erdheja ku 90 kîlometre di bin erdê de hatiye qeydkirin, 67 kîlometre li rojhilatê bajarê Kainantu pêk hat.

Erdheja din jî li bajarê Padangê eyaleta Sumatraya Rojava ya Endonezyayê pêk hat. Mezinahîya erdhejê 6,1 bû.

Piştî erdheja li Papua Gîneya Nû hişyarîya tsunamîyê hat dayîn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê li Papua Gîneya Nû heta niha 16 kes mirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir