• DOLAR 32.628
  • EURO 35.016
  • ALTIN 2431.905
  • ...
Li Xirvatistanê qezaya trênê: 3 mirî, 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, derdora seat 21:30an de li nêzî sînorê Bosna Hersekê pêk hat.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin trêna rêwiyan û trena barhilgir li hev qelibîn. Li gor tespîtên 'ewil di qezayê de 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Andrej Plenkovîçê Serokwezîrê Xirvatistanê der barê qezayê da daxuyanî da û got ku di qezayê da 3 kes mirin û dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Plenkoviç diyar kir ku tesîra qezayê pir mezin bûye û heta niha sedema qezayê nayê zanîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir