• DOLAR 32.2
  • EURO 34.951
  • ALTIN 2409.943
  • ...
Li Êlihê otomobîl li şerempolê qelibî: 2 jê giran, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza di derdora seat 16.30an de li ser Rêbeja Êlih-Gercûşê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 72 ED 874 ku navê şofêrê wê nehat hînbûn ji ber ku şofêrê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li barîyeran qelibî.

4 kesên ku navên wan nehat hînbûn, di erebeya ku ji barîyera qelibî û dû re li şerempolê gêr bû de bûn, birîndar bûn.

Birîndarên ku bi alîkariya rêwiyan ji wesayîtê hatin derxistin, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyad û Heskîfê.

Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir