• DOLAR 32.21
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2511.704
  • ...
SON DAKİKA
Li Dîyarbekirê 74 milyon kok kenewîr hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku di encama operasyonan de li Licê 1 milyon û 493 hezar kok kenewîr û 337 hezar kok nebatê Skunk hatin bidestxistin.

Hat ragihandin ku li gundê Pîrikê ya Licê di encama lêgerîna nav 'erdan de; 1 milyon û 493 hezar kok kenewîr, 337 hezar kok nebatê Skunk, 54 kîlo esrara toz, 216 kîlo esrara kubar û 3 hezar û 600 metre xortima avdanê hatin bidestxistin.

Bi tevî operasyona dawîn ji meha Hezîranê heta niha 74 milyon û 396 hezar kok kenewîr, 2 milyon û 994 hezar kok nebata skunk û 4 ton û 208 kîlo esrar hatin bidestxistin.

Di encama operasyonan de derheqê 279 kesan de jî miamele hat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir