• DOLAR 32.99
  • EURO 35.381
  • ALTIN 2457.463
  • ...
Şofêrê ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di derdorê seat 18.30yan de li ser rêya Meletî-Sêwasê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, S.E yê ku di nav erebeya bi plaqeya 60 TC 272 û li alîyê Meletîyê diçû de bû, hakimîyeta dîreksîyona erebeyê winda kir û li barîyeran qelibî dû re li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê erebeyê û G.E. yê ku di nav erebeyê de bû birîndar bûn. Kesên birîndar piştî midexeleya 'ewil ya tenduristîyê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir