• DOLAR 34.219
  • EURO 37.851
  • ALTIN 2925.217
  • ...
Ji HUDA PARê ji sefareta Pakistanê re zîyaret
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî jî di zîyaretê de bi Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê re bû. Lijneya HUDA PARê, Muhammad Syrus Sajjad Qazîyê Sefîrê Pakistanê li Enqerê pêşwazî kir.

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê ku Muhammad Syrus Sajjad Qazîyê Sefîrê Pakistanê li Enqerê zîyaret kir, deftera şeref ya Sefîrtîya Pakistanê li Enqereyê îmze kir.

Demîr, di zîyaretê de destnîşan kir ku ew di felaketa lehîyê de alîyê  Pakistanê ne û êş û elemên wan jî ji dil û can hîs dikin.

Sefîr Muhammad Syrus Sajjad Qazî, destnîşan kir ku ew ji zîyareta HUDA PARê gelek kêfxweş bûne û ev zîyaretê jî gelek manîdar dibînin, diyar kir lehîya ku li Pakistanê tê jiyankirin gelek mezin e, ji 1300î zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, bi sedhezaran mirov mexdûr bûn, hema hema ji nîvê Pakistanê zêdetir jî ji lehîyê tesîrdar bûne.

Qazî, ragihand ku ew hêna jî piştî lehîyê birînên xwe tedawî dikin, gote ku lazimatîya wan ji rûn, şekir, arvan û wek tiştên ewakî re û ji konan re jî heye.

Qazî, got ku dîyalogên wan bi Efxenistanê re gelek baş e, bal kişand ku hizura Efxenistanê him hizura Pakistanê û him jî hizura alema Îslamê ye.

Zîyaret, piştî hevdîtinê, bi daxwazîyên baş yê beramberî dawî bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir