Li Bûrsayê qeza: Birîndarek
Hat destnîşankirin ku li Bûrsayê erebeya ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li barîyerên kêleka rê qelibî.
![Li Bûrsayê qeza: Birîndarek](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/8f7ICrrtVOSDrWu7BGW4psFh4ik=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/36/li-bursaye-qeza-birindarek-2d89307c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erbeya ku him plaqeya wê û him jî navê şofêrê wê nehatîye bidestxistin, di seat 20:00an de li nêzê îstasyona Metroya Otosansîtê ji ber şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li barîyerên kêleka rê qelibî.
Ji ber qezayê çûndin û hatin di alîyekî rê de hat domandin û bi rakirina erebeyê çûndin û hatin dîsa wek berê berdewam kir.
Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Hat diyarkirin ku şofêrê erebeyê ku birîndar bûbû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)