Ukrayna: Heta niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin
Hat ragihandin di şerê Ukrayna û Rûsyayê de heta niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Sererkanîya Giştî ya Ukraynayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; heta niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin, 236 balafir, 207 helîkopter, 2 hezar û 77 tank, 4 hezar û 484 wesayîtên bi zirx, 1179 top, 296 roketatar û 156 pergala parastina hewayê yên Rûsyayê hatin îmhakirin.(ÎLKHA)