2 birayên ku ji bo hênik bibin ketin golê canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin li navçeya Sariçama Edeneyê 2 birayên ku ji bo hênik bibin ketin golê canê xwe ji dest dan.
![2 birayên ku ji bo hênik bibin ketin golê canê xwe ji dest dan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/rYx-WqxXS48mTcF5lz32_7QgCsY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/36/2-birayen-ku-ji-bo-henik-bibin-ketin-gole-cane-xwe-ji-dest-dan-f4888f0f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 kesên Sûrî yên ku birayên hev bûn û hat hînbûn navê wan A. V. (18) û A. V. (15) bû ji bo hênik bibin ketin golê û piştî demekê ji ber çava winda bûn.
Piştî ku xeber hat standin re li golê lêgerîn hat destpêkirin û cesedê her birayan hat dîtin.
Cenaze hatin rakirin mirîxaneyê.(ÎLKHA)