• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Qonya'yê bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fînala bernameyê ya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ku ji teref Platforma Nesla Qur'an'ê ve ji bona zarokên ku di navbera 7-14 salîyan de ne re li giştîyê welêt hatibû destpêkirin, bi beşdarbûna gelek mirovan bi dawî bû.

Platforma Nesla Qur'an'ê, bi armanca hezkirina nimêjê ji zarokên ku di navbera 7-14 salîyan de ne re bernameya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” tertîp kir.

Di bernameyê de ji zarokan re; destnimêj girtin, nimêj kirin û girîngîya nimêjê de agahî hat dayîn, jiyana Hz. Pêxember jî ji zarokan re dan xwendin.

Bernameya ku bi xwendina Qur'an' pîroz ve destpêkir, bi xwendina helbest, Qur'an û îlahiyên zarokan dewam kir.

Di fînala bernameyê de zarokan li Mizgefta 'Elaeddîn'ê ku li navenda bajêr de ye nimêj kirin. Bernameya ku bû cihê xuyangên xweşik ji teref malbatan ve hat pesnandin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir