• DOLAR 34.219
  • EURO 37.851
  • ALTIN 2925.217
  • ...
Li Pakistanê ji ber lehîyê hejmara kesên canê xwe ji dest dan derket 1265 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Ajansa Îdareya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat ragihandin baranên musonê yên ku li Pakistanê ji 14ê Hezîranê pêve dest pê kirin her ku diçin tesîra xwe zêdetir dikin. Li gorî daneyên sazîyê ji ber baran û lehîyan heta niha 1265 kes canê xwe ji dest dan, 5 hezar û 63 kîlometre rê, 243 pir û 173 dikan xera bûn.

Hat hînbûn di nav kesên mirî de 18 pîrek û 17 zarok hene.

Li gorî agahîyan milyonek û 172 hezar û 549  mal jî ji baran û lehîyan zirar dîtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir