• DOLAR 32.239
  • EURO 35.199
  • ALTIN 2458.879
  • ...
2 kesê ku bi pareşûtê li 'erdê ketibûn jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li Bihureka Dewfiroş'a Gercews'a navçeya Êlih'ê di demên nîvroyê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, Emîn Çoban û Êlî Ozkan'ê ku ji bo pareşûta berwarê bi hev re firîyan, piştî firînê demekê şûn de ji ber sedemeke ne dîyar bi tundî ketin li ser rêbejê.

Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê, ji birîndarên ku giran birîndar bûbûn re midaxeleya 'ewil hat kirin.

Çoban û Ozkan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet'ê ya Gercews'ê, lê tevî temamî midaxeleyan her du pareşûtvan jî jiyana xwe ji dest dan.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir