• DOLAR 32.698
  • EURO 35.157
  • ALTIN 2449.507
  • ...
Li Stenbol'ê sepana asayîşê: 220 binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sepana bi navê "Hizûr Stenbol" di navbeyna se'eta 21-23.59'an de ji teref Midûrîyeta Ewlehiyê ya Stenbol'ê ve hat kirin.

Di çarçoveya sepanê de di heqê 249 kesên ku dihatin lêgerîn û 174 kesên ku qeçaxên pelanê bûn mi'amele hat kirin, 220 kes jî hat girtin.

Di sepanan de  67 demence/tifingên bêruhsat, 11 demenceya teqteqok, 3 hezar û 806 fîşek, 1 kîlo û 514 xram tiryak, 1019 hebên tiryakê û pereya ku tê texmînkirin ji firotina tiryakê hatiye qezenckirin hatin bidestxistin.

Bi tevahî 22 hezar û 441 'erebe û 1348 motorsîklet hat kontrolkirin. 11 'erebe ji trafîkê hat men kirin û 2 mîlyon 180 hezar û 856 lîre cezaya neqdî hat dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir