• DOLAR 32.571
  • EURO 35.276
  • ALTIN 2468.381
  • ...
Operasyonên tiryakê ya hevdem hatin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Êlih'ê ve hat belavkirin de hat ragihandin ku, li Navenda Êlih'ê, li navçeya Qabilcewz'ê û li Ordu'yê di operasyona ku li 9 navnîşanan bi hevdem hat kirin de 7 şikdar hat qefaltin.


Di çarçoveya xebatan de 3 kîlo û 437 xram esrar, 193 xram esrara toz, 22 hebên extasy'ê, 2,19 xram metamfetamîn, 2,96 xram bonzaî, tivinga neçîrê ya bêrihset hat bidestxistin, di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di heqê 9 kesan ku 2 kes ji wan berê di yek dosyayê de hatibû girtin tehqîqet dewam dike.


Her wiha hat diyarkirin ku wesayîteke ku pir maddeyên tiryakê dianî Êlih'ê tevî ajokarê xwe hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, di lêgerînên ku wesayîtê hat kirin de 4 kîlo û 440 xram maddeya skunkê hat dîtin, her wiha kesekî ku firoşkarê tiryakê bû ji teref meqamên 'edlî ve hat teslîmkirin girtîgehê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir