• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ebû Muheymîd'ê êsîrê Filistînî şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mûsa Harûn Ebû Muheymîd'ê di zindanên rejîma îşxalker a siyonîst de girtî bû bi nexweşiya ku hem ji ber îşkenceya ku kişand û hem jî ji ber jiyana dijwar çebûye micadele dikir, ji nexweşîya ku ji ber îhmala tibbî pêşdeçûbû li nexweşxaneya ku lê tedawî didît şehîd bû.

Qlûba Êsîrên Filistînî ku derbarê şehadeta Ebû Muheymîd'ê ku ji bajara Beytullahim'ê bû daxuyanî belav kir û diyar kir ku, Ebû Muheymîd'ê ku 2 meh berê li axên ku di 1948'an hatibû îşxalkirin de hat desteserkirin, berê tu nexweşîya wî tune bû û di serê meha Tebaxê de hat rakirin nexweşxaneyê.

"Ji şehadeta Ebû Muheymîd'ê êsîr bi temamî rejîma sîyonîst a îşxalker berpisîyar e"

Qlûba Êsîrên Fîlîstînê, got ku ji malbata wî hîn bûne dema ku ji bo kar çûye axên di 1948'an hatibû îşxalkirin de, bi hinceta ku bêyî destûr ketiye erdên îşxalkirî hatiye binçavkirin û di berdewama gotinên xwe de van îfadeyan bi kar anî:

"Ji şehadeta Ebû Muheymîd'ê êsîr ve bi temamî rejîma îşxalker a sîyonîst berpisîyar e. Rewşa tendirustîya Ebû Muheymîd'ê êsîr di rojên dawî de pir xera bûbû. Tiştê ku hat serê Ebû Meuheymîd'ê êsîr, cînayetek nû xist stuyê rejîma îşxalker a sîyonîst. Îhmala tibbî ya ku bi qest tê kirin, yek ji cînayetên îşxalkeran e. Zextên li ser karkerên Filistînî ji serê salê vir ve zêde bûye. Bi gulebardanê karkeran desteser dikin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir