Soylu û Kurum wê biçin Pakistan'ê
Wezîrên Karên Hundurîn Suleyman Soylu û Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê Murat Kurum, wê biçin Pakistan'a ku lêhî lê çêdibe.
Soylu û Kurum, bi talîmata Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re wê biçin Pakistana ku baranên mûsonê li wir bi bandor e û ji ber lêhîya baranên mûsonê ji hezarekî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan e.
Ji xeyrî Wezîran, Serokê AFAD'ê Yunus Sezer, Serokê TOKÎ'yê Omer Bulut û nûnerên sazîyên civatan jî wê herin wê derê.
Lijne, xebat û hewcedariyên alîkariyên mirovî yên ku li herêma ku ji ber barana mûsonê bandor dîtîye wê di cih de diyar bike. (ÎLKHA)