• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Bartin'ê otobusê rêwîyan qulipî: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li cihe Îhsanoglu'yê di demên sibehê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, otobusê rêwîyan a ku di bin kontrola R.A. de bû û ji Stenbol'ê diçû Bartin'ê, ji bin kontrola ajokarê xwe derket û qulipî.

Di qezayê de 4 rêwîyên ku ji 17 rêwîyên di otobusê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî û polîsan sewqî bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bartin ê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir