• DOLAR 32.889
  • EURO 35.24
  • ALTIN 2449.8
  • ...
Li Îspanya'yê bi 130 ton firingî re festîvaleke dûrî aqilan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Festîvala qaşo ku 2 sal in ji ber şewba vîrûsa koronayê nayê lidarxistin, îsal cara 75’an li bajarokê Bunol'a bajarê Valencia'yê hat lidarxistin.

130 hezar kîlo firingîyên ku di festîvalê de hatin bikaranîn bi 6 kamyonan hatin anîn navenda bajêr. Nêzîkî 20 hezar kesên beşdarî festîvala ku li Qada Şaredariyê hat lidarxistin bûn 130 ton firingî avêtin hev.

Bi taybetî di vê dema krîza xwarinê ya cîhanê de, îsrafkirina 130 hezar ton firingîyên di bin navê festîvalê de bû sedema bertekan.

Derbarê çawaniya destpêkirina festîvala "La Tomatina" ya ku her sal di roja dawî ya meha Tebaxê de tê lidarxistin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir