• DOLAR 32.555
  • EURO 35.263
  • ALTIN 2466.96
  • ...
Li Entab'ê kontrola trafîkê: 248 binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrîyeta Ewlehiya bajêr ragihand ku, li navçeyên Alêban û Şahînbeg'ê bi 501 ekîb û 565 personelan kontrol û sepana ber bi kesên şikdar û 'erebeyan ve hat kirin.

Hat diyarkirin ku, di sepana ku di navbeyna 24-30'ê Tebaxê hat kirin de lêpirsîna GBT'yê ya 53 hezar û 728 kesan hat kirin, 11 hezar û 176 'erebe hatiye kontrolkirin û ji 321 ajoker û 'erebeyan re ji bo hin qeydên trafîkê îxlalkirine ceza hat dayîn.

Hat îfadekirin ku di sepanê de 22 heb demence, 21 heb demenceya teqteqok, 17 heb tiving, 27 heb jarjor, 301 heb fîşek, 10 heb 'erebeyên dizîyê, 7 heb motorsîkletên dizîyê, 79 heb amûrên jêkirin û qulker, 445,5 xram esra, 397,4 xram metamfetamîn, 16 heb hebên tiryakê, 14 xram eroîn û 5 xram bonzaîya sentetîk hatin bidestxistin.

Hat diyarkirin ku, di sepanê de derheqê 248 kesan de muameleyên 'edlî hat kirin, her wiha 194 kesên ku ji hin sûcan lêgerîna wan hebû hatin girtin û hatin teslîmkirin ji cihên êdlî ve. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir