Ji Efxenistanê re 40 milyon dolar alîkarî hat kirin
Ji Kabûla paytexta Efxenistanê re di çarçoveya alîkarîya însanî de 40 milyon dolar fona alîkarîya însanî hat teslîmkirin.
Benkeya Navend a Efxenistanê daxuyand, bi tevî perçeya alîkarîya însanî ya bi lez a ji Efxenistanê re, ji Kabûlê re 40 milyon dolar alîkarîya însanî hat teslîmkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku fonên ku bên dayîn ew ê ji Bankeya Navneteweyî ya Efxenistanê re bê teslîmkirin. (ÎLKHA)