• DOLAR 32.887
  • EURO 35.217
  • ALTIN 2460.831
  • ...
Ji Weqfa Êtîman li Efxenistanê alîkarîya şîva germ
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku Weqf, li navçeya Huşîya li wîlayeta Logarê ya ku lehî ew ê herî zê de xwe li wê derê tesîrdar kir şîvê belav kir.

Xelqê Efxenî yên ku hêj zerar û xerabûnên Emrîqayê ku di demeke dirêj li wê derê îşxal kiribû û ji ber lehî û erdheja ku di 22yê Hezîranê de di mezinahîya 5,9an de pêk hatibûn rojên zehmet debas dikin.

Weqfa Êtîman yê ku biratî û alîkarîyê ji xwe re kirîye îlke, vê carê jî ji mirovên Efxenistanê yê ku bi felaketa lehîyê re micadeleyê dikin re alîkarîyan kir.

Şîvên ku ji teref aşpêjan ve hatine amadekirin di organîzasyona şîvê ya ku bi tevî alîkarîya xelqê Efxenistanê ji wezîfedarê weqfê re kirin de bi duayan hat belavkirin.

Ji ber lehîyan li giştîyê welat di nav meha dawîn de 165 kes canê xwe ji dest dan, bi sedan xanî xira bûn û bi hezaran donim ‘erd jî zirarê dîtin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir