Li Kîlîsê pevçûna bi çek: 10 birîndar
Hat destnîşankirin ku di encama pevçûna ku li Kîlîsê di navbera eqrebeyan de pêk hat de 10 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyan di navbera du malbatan de ku tê diyarkirin eqreba ne şereke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat.
Li ser mezinbûna şer kêr û çek hatin derxistin. Di encama pevçûnê de 9 kes bi tivingê bi temamî 10 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Kîlîsê.
Derheqê pevçûnê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)