• DOLAR 32.97
  • EURO 35.387
  • ALTIN 2453.97
  • ...
Li Pakistanê hejmarê mirîyan derket 1136 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê (NDMA), hejmarê mirîyên ku ji ber felaketa lehîyê ya ku ji ber baranên musonê yê ku ji meha Hezîranê vir ve dibare pêk hat daxuyand.

Li gorî daneyên NDMAyê, di felaketa lehîyê yê ku ji ber baranên musonê yê ku ji meha Hezîranê vir ve dibare pêk hat de hezar û 136 kes canê xwe ji dest dan, hezar û 634 kes jî birîndar bûn.

Ji ber lehîyê 1 milyon 51 hezar û 570 xanî zirarê dîtin, 287 hezar û 412 xanî û 3 hezar û 451,5 kîlometre rê jî xesarê dîtin, 149 pir hilweşîyan, 170 dikan jî bi temamî xira bûn.

Xeyn ji van, kelekeke ku mexdûrên lehîyê tê de bûn bin av bû. Di encama bin av bûna kelekê de 13 kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir