• DOLAR 32.684
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2446.046
  • ...
Ji astengdaran ji Şaredarîya Êlihê re bang: Sozên ku hatine dayîn bila bên bi cih anîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên astengdar yên ku destnîşan kirin ew ji projeya Şaredarîya Êlihê ku 4 meh berê soz dabûn ku ew ê temîrat û lênihêrîna akûyên kursîyê biteker û motorbisiqletan bi cih bînin kêfxweş in, lê îfade kirin ku ew ji ber rawestandina ev projeyê mexseda wan di ber wan da ma.

Welatîyên astengdar bal kişandin ku piştî daxuyandina projeyê ji teref şaredarîyê ve serlêdanên wan ji wan hat girtin û ew agahîyên derheqê kêmasîya wan de jî dane şaredarîyê û gotin ku digel ewqas wextê tu bersiveke ji wan re nehatîya dayîn.

Welatîyên ku gotin xeyn ji meaşê astengîyê tu meaşek wan tuneye û temîrat û lênihêrîna akûyên kursîyê bitekeran jî gelek baha ne, daxwaz kirin ku ew ji şaredarîyê hêvîya destpêkirina projeyê ne.

ABDULGANÎ DEMÎR

Abdulganî Demîrê welatîyê astengdar derheqê meseleyê de weha axivî, “Şaredarîya Êlihê ji bona ku temîrat û lênihêrîna akûyên kursîyê biteker û motorbisiqletan bi cih bîne unîteyek vekiribû. Ez 14 salan e ev motorbisiqletê dişxulînin. Sala parîn ji bona ku erizeya motorbisiqlêta min tespît bikin hatibûn mala min. Ji ew rojê şun ve nehatin cem me û ji me re bersivek nedan. Ez hêna jî hêvîya derketina encamê me. Motora mortorbisiqlêta min xiraye. Daxwazîya me ji wan ev e ku bila temîrat û lênihêrîna akûyên kursîyê bitekerên me bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir