• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Semsûrê ji malbatên mihtac re goştê sor belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya Semsûrê, malbatên mihtac bi xebateke hessasîyet digerin û wan dibînin, dû re jî bi alîkarîya xêrxwazan ji wan re alîkarîyan belav dike û ji wan re dibe hêvî.

Li gundên Turûş, Xolxolik û qesabeya Şambeyadê ji malbatên ku hatibûn tespîtkirin re alîkarîya goştê sor hat kirin. Karwana Hêvîyê yê ku ji ‘eqîqe, qurban û we’edên xêrxwazan re dibe navbeynkarî salik dozde meh di sehayê de dixebite. Alî Bakirê Dildarê Karwana Hêvîyê yê Semsûrê, Îsmet Çobanê Dildarê Karwana Hêvîyê yê Semsûrê yên ku malbatan tespît dikin bi tevî Mahmut Yildirimê Serokê Karwana Hêvîyê yê Semsûrê ve wan malbatan zîyaret dikin û ji pirsgirêkên wan re piçek be jî ji bona çareserîyê dixebitin.

Mahmut Yildirimê Serokê Karwana Hêvîyê yê Semsûrê destnîşan kir ku ew ji xwe re dîtina kesên êtîm, mihtac û nikarin ku bixebitin kirine armanc.

Yildirim, ji xêrxwazan re sipasîyan kir û weha got, “Em kolîyên xwarinê, qurban û ‘eqîqeyên ku ji teref xêrxwazan ve ji me re hatine dayîn ji bona gihaştina ji malbatên mihtac re xebatên xwe didomînin. Heta ku alîkarîya xêrxwazên me were em ê jî gihaştina xwe ya ji mihtacan re bidomînin. Xwedê Teala xêrên xêrxwazan ji niha ve qebûl bike.” (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir