Li Bursayê otobusa geştyaran qulibî: 2 mirî 45 birîndar
Hat ragihandin di encama qezaya ku li Înegola Bursayê pêk hat de 2 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.
Qeza li navçeya Înegola Bûrsayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa geştyaran ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê gindirî newalê. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)