Li Rûsyayê ji ber şewatên daristanê rewşa awarte hat îlankirin
Ji ber şewata daristanê ya ku li herêma Ryazana Rûsyayê her ku diçe li derdorê belav dibe biryara rewşa awarte hat dayîn.
Şewata daristanê ya ku li herêma Ryazanê dest pê kir her ku diçe zêde dibe.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Rewşên Acîl Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, heta niha 19 hezar û 280 hektar daristan şewitîn.(ÎLKHA)