Li Qocaelî'yê 30 kîlo esrar hat bidestxistin
Li Kartepe'ya navçeya Qocaelî'yê 30 kîlo û 805 xram esrar hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Qocaelî'yê ve hat kirin, ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajêr, tespît kirin ku 2 şikdar li bexçeya xanîyên xwe şînahîya kenevîrê diçînin.
Di operasyona hemdem a li ser şikdaran de, 30 kîlo û 805 xram esrar û 7 heb kenevîra kok hat bidestxistin.
Di heqê şikdaran de miameleya 'edlî hat destpêkirin. (ÎLKHA)