• DOLAR 32.514
  • EURO 35.403
  • ALTIN 2438.299
  • ...
SON DAKİKA
Ji Meteorolojîyê hişyarîya barana zêde
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên dawîn yên ku ji teref Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin li herêmên bakura Tirkîye û rojavayê dem bi dem bi ewr be, bi tevî beravên Behra Reş a Navîn û Rojhilat, Behra Reş a Rojava, Bakura Egeyê û Marmarayê li derdorê Çorim, Amasya û Eskîşehîrê baraneke zêde bibare û tê texmînkirin ku li herêmên dinê jî hewa ew ê vekirî be.

Tê hêvîkirin baran li bajarên; Qestamonû, Qarabûk û Çeneqqeleyê bibare.

Hat destnîşankirin ku germahîya hewayî li Nava Anadolîyê, Behra Reş a Navîn û Rojhilat û herêma Anadolîya Rojhilatê 4-7 derece zêde bibe, li Egeyê û Behra Spî ya Rojavayê jî normal bibe.

Hişyarîya barana zêde: Ji ber ku tê hêvîkirin baran li bajarên; Qestamonû, Qarabûk û Çeneqqeleyê bibare li hember lehî, sêlav, brûsk, zîpik, balîsokê hişyarî hat dayîn ku bila welatîyan bi dîqet bin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir