• DOLAR 34.173
  • EURO 38.208
  • ALTIN 2913.133
  • ...
Yapicioglu, bi welatîyên Roman re hat cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Çeneqqeleyê dawîya bernameya xwe welatîyên Roman ên ku li Taxa Camî Kebîra li navçeya Gelîbolîyê dijîn zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku ji terf welatîyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, pirsgirêkên wan gohdar kir û ji pirsên wan ên derheqê HUDA PARê re de jî bersivan da.

Yapicioglu, li wê derê axavtineke kin kir û got ku gerek xwedîyê meqaman desthilatîyên ku di destê wan de ye; ji bona islehkirina civakê, refaha memleketê û hizûra mirovan bixebitîne.

Yapicioglu, di axavtina xwe de bal kişand ku sîyaset ne armanc e, ji bona ku mirov were birêveberîyê û di wê di birêveberîyê de parek bistînê amûrek e û tu meqamek ebedî nîne.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got:

“Eger kesekê ku hatibe li ser meqamê û wê meqamê jî wek amûrek bibîne û qezenckirina Rizayê Îlahî ji xwe re kiribe hedef û wek ku dema biçe hizûra Xwedê ‘ez ê hesabê xwe çawa bi rehetî bidim, ez ê temînkirina hizûr û biratîya mirovan çawa bikim, ez ê vê amûrê di rêya lêkirin û islehkirina civakê de çawa bixebitînim’ bifikire, bila helal be ji wê kesê re û bila rêya wê kesê vekirîbe. Bila ew kes were li ser wan meqaman, hêza xwe ji bo başkirina civakê, refaha civakê bikar bîne. Lê eger ku ji bona xwe, ji bona menfeatê xwe bifikire û bibêje, ‘ez werim ser meqaman mal û milkan ji xwe re kom bikim, zêdetir navdar bibim, ji zêdetirê mirovan re serokatîyê bikim’ armancake wî yê xeyn ji van tiştan tunebe ew ji mirovan re bar e û bela ye. Em ev fikra xwe biçin li ku derê qal dikin ku bila mirov me nasbikin.”

Yapicioglu got ku jiyana însanê ‘lêgerînek e’ û di dawîya axavtina xwe de gotinên Aşik Weysel, “Dema ku ez hatim dinyayê, ez di ‘eynî demê de meşîyam

Di xaneke bi du derî de, şev û roj dimeşim” got û weha axavtina xwe dawî kir:

 “Em di derîyekî de ketin û di derîyekî de jî derkevin. Derî vekirîye ew jî di mezelê de ye. Lê li wê derê jî rê naqede, paşê wê jî heye. Mirov ji bona paşê wî hazirîyê bike. Her tişt wesita ye. Em jî îro wesiteya sîyasetê dixebitînin û ev tiştê dikin. Ji bona ku fikrên xwe bibêjin dixebitin. Em ji bona ku birayên xweşik yê wek we ne bibînin û wan bidestbixin dixebitin.”

Welatîyên Roman ên ku dilxweşîyên xwe anîtin ziman, ji Yapicioglu û lijneya HUDA PARê re sipasîyan kirin.

Lijneya HUDA PARê û Zekerîya Yapicioglu yên ku ji welatîyan xatir xwestin, ji Çeneqqeleyê çûn Tekîrdagê. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir