3 keştiyên din jî ji benderên Ûkrayna'yê derketin rê
Wezareta Parêzvaniyê diyar kir ku, 3 keştiyên ku li benderên Ûkrayna'yê sekinandîbûn derketin rê.
Sewqiyatên keştiyên ku li Benderên Ûkrayna'yê disekinîn dewam dike.
Wezareta Parêzvaniyê diyar kir ku, 3 keştiyên dinê jî derketin rê.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Parêzvaniyê ve hat dayîn de ev hat diyarkirin:
"Xebatên ji bo sewqkirina zadên li bendera Ûkrayna'yê dewam dike. Îro serê sibê ji benderên Ûkrayna'yê 3 keştîyên zadê derketin rê." (ÎLKHA)