Esrara taqoz ya ku di nav akûyê de hatibû veşartin hat bidestxistin
Di encama operasyona ku li Seqeryayê hat kirin de 53 kîlo esrar û 48 hezar hebê Captagon ên ku di nav akûya erebeyê de hatibûn veşartin hatin bidestxistin.
Çetîn Oktay Kaldirimê Walîyê Seqeryayê, destnîşan kir ku ew li bajar micadeleya bi tiryakê re berdewam dikin.
Kaldirim di axavtina xwe de weha got, “Di encama operasyona ku ji teref ekîbên me yên Midirtîya Ewlehîya bajêr ve hat kirin de, 53 kîlo esrara taqoz, 48 hezar û 100 heb hebên tiryakê ku bi navê Captagonê tê naskirin hatin bidestxistin.”
Hat îfadekirin ku şidkareke ku hatibû binçavkirin piştî sewqkirina dadgehê ji teref dadgehê ve hat girtin. (ÎLKHA)