Bajarê Laçîn'ê ket bin kontrola Azerbeycan'ê
Îlham 'Elîyev'ê Serokkomar'ê Azerbeycan'ê diyarkir ku, Bajarê Laçîn'ê û Gundên Zabux û Sus'ê ket bin kontrola Azerbeycan'ê.
'Elîyev li ser hesaba xwe ya Twîtter'ê vê daxuyaniyê parve kir, "Îro 26'ê Tebax'ê em Azerbeycanîyan, vegerîyan bajarê Laçîn'ê. Artêşa Azerbeycan'ê li bajarê Laçîn'ê hat heşidînandin. Gundên Zabux û Sus'ê hat kontrolkirin. Bi vê rewşê em gelê Laçîn û Azerbeycan'ê pîroz dikin. Herbijî Laçîn! Herbijî Azerbeycan!" (ÎLKHA)