Li Çorûm'ê şera biçek: Bav û 4 kurê wî birîndar bûn
Li Sungurlu'ya navçeya Çorûm'ê di şera biçek a di navbeyna 2 koman derket de 5 kes birîndar bûn.
![Li Çorûm'ê şera biçek: Bav û 4 kurê wî birîndar bûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/A3jFsK7qBw2T37IE5CJz2kLGbhs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/34/li-corume-sera-bicek-bav-u-4-kure-wi-birindar-bun-37bd0303.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Şer, li ser rêya gundê Mahmatli ya Mehela Akçay'ê di navbeyna 2 malbatan de derket. Ji sedemek ne dîyar di navbeyna Xelîl V. û kurên wî Emre, Uxur, Hesen û Bîlal V. yê de pavçûnek derket.
Pevçûn di demeke kin de vegerîya şerê biçek. Di şera biçek de bav û 4 kurên wî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî û polîsan hatin sewqkirin li cihê bûyerê.
Birîndar piştî midaxeleyên 'ewil bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sungurlu'yê. Hat diyarkirin ku rewşa birîndarekî giran e û hatiye şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Zanîngeha Hîtît'ê Erol Olçok'ê.
Polîs li cihê bûyerê tedbîrên ewlehîyê ya fireh çêkir û derheqê şer de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)