• DOLAR 32.533
  • EURO 35.326
  • ALTIN 2465.482
  • ...
Mînîbûs û erebe li hev qelibîn: 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li çarrêya hala zebzeyan a li Ceddeya Cahît Dalokayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plaqeya 23 K 4273yê ya ku seferên Xarpêt-Kovancilarê dikir û erebeya bi plaqeya 23 ACK 268an di çarrê de li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên polês û ambûlans hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir