• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ji rejîma îşxalker a sîyonîst êrîş li Surîyeyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xebera ajansa fermî ya Surîyeyê (SANA), rejima sîyonîst, li herêma Mîsyafa ku girêdayê bajara Hamayê ye êrîşeke hewayî kir.

Di xebera ku hat destnîşankirin ku dengên teqînê hatine bihîstin de weha hat gotin, “Sîstemên me yên parastina hewayê li hemberê hedefên dijmin sekinîn.”

Hat destnîşankirin ku li herêma Mîsyafê, cihên leşkerî hebûne.

Di encama êrîşê derheqê mirî an jî birîndaran de tu agahîyek nehat belavkirin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, ji sala 2011an ku dîroka destpêka herba nav welatê ye heta niha li Sûrîyeyê hinek cihên leşkerî hedef digre. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir