• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” di 29'ê Tebaxê de dest pê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatorê Platforma Nesla Qur’anê yê Êlih'ê Ridwan Uzumcu di heqê bernameyê de daxuyaniyek nivîskî belavkir, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bernameya ku di nav de perwerdekirina nimêjê û çalakiyên civakî hene ji bo zarokên 7-10 salî tê çêkirin û bername wê 2 hefte berdewam bike.

Uzumcu diyarkir ku piştî perwerdekirina nimêje ya 2 hefteyan li qadê bi beşdarbûna bi hezaran zarokan çalakîyan wê bên sazkirin, Uzumcu bangî dê û bavan kir û got ku bila dê û bav zarokan teşwîqî bernameyê bikin.

Koordînatorê Platforma Nesla Qur’anê yê Êlih'ê Ridwan Uzumcu

"Heta Mizgeft hebin, dil wê bi rehm û hezkirinê re tije bibe"

Uzumcu di daxuyaniyê de van îfadeyan bi kar anî,

Em bawer dikin ku nimêj wê vejandina vê ummetê û vê civakê bike. Em çiqasî di nimêjan de derêz bigirin emê ewqasî kîp bibin û yek bibin, çimkî nimêj dayika giştik 'îbadetan e. Ji ber vê yekê em wek Platforma Nesla Qur’anê bernameyên ku bi şî'ara 'Jiyan bi Nimêje Xweş e' her sal tertîp dikin, îsal jî di 29'ê Tebaxê roja duşemê de emê bernameyê bidin dest pê kirin. Fînala bernameyê jî em li qadê bi beşdarbûna bi hezaran zarokan û çalakîyan di tamijînin.

"Zarokên xwe sersarî nekin û wan hînî nimêjê bikin"

Uzumcu di dawiya gotinên xwe de werê got, "Em di çarçoveya vê seferberîyê de bangî giştik dê û bavan dikin. Zarokên xwe sersarî nekin û wan hînî nimêjê bikin. Xwedê me û nesla me bike ji 'ebdên  xwe yên ku bi sebir û nimêj gazî wî dikin û nimêjê bi rêk û pêk dikin." (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir