• DOLAR 32.881
  • EURO 35.228
  • ALTIN 2467.955
  • ...
Ji wê pîreka bêedeb a ku qaşo hûnermend e û îmamxatîbîyan kir hedef re bertek hat nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e lê ne bi dengê xwe her tim bi bêexlaqîyên xwe tê rojevê di konsereke xwe borî de paçika wan jirêderketîyên zayendî vekir. Ji ber vê yekê hinek kesên ku wê rojê di konserê de bi cî girtibûn jêre bertek nîşan dabûn. Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e ji ser vê meseleyê ji Îmamxatîbîyan re zimandirêjî kir û got “Ew îmamxatîbê xwendine, jirêderketîbûna wan ji wê derê tê.”

Ji vê bêedebîya ku hat kirin re raya giştî bertekeke tund nîşan da. Nexasim Komeleya Îmamxatîbîyan ONDER bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir destnîşan kir, ew ê derheqê wê Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e û îmamxatîbîyan kir hedef de dozê vekin. Her wisa li ser medyaya civakî bi etîketa bi navê #GülşenTutuklansın xebat hat destpêkirin.

ONDER di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, em wan gotinên bêedeb û bêhed ên Guleşana bêedeb a ku qaşo hûnermend e lê îade dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir