• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Qemyoneta ku karkeran vediguhast qulipî kendalê: 3 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li cihê Saylak Tepeya Mehele ya Karayilan'ê pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, qemyoneta ku karkerên kana keviran a ku li qûntara Çîyayên Gewr dixebitî vediguhast, ji ber baran û mija bi bandor ajokarê qemyonetê kontrola direksîyonê winda kir û qemyonet qulipî kendalê.

Di qezayê de heta niha 3 karker jiyana xwe ji dest dan. Li ser xeberdayînê cenderme, ekîbên tendirustîyê, AFAD, UMKE û îtafiyeyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ekîban ragihandin ku F.H. (50), B.P. (45) û V.K. (51) jiyana xwe ji dest dan e. Cesedên karkeran ji teref ekîbên îtfaiye û AFAD'ê ji qemyonetê hatin derxistin û cesed karkeran pişt re jî hat rakirin morga nexweşxaneyê.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir