Li Stenbol'ê zam li serwîsên mekteban hat kirin
Hat biryardayîn ku li Stenbol'ê ji xercên serwîsan re di rêje ya sedî 19,21'an de zam bê kirin.
Civîna UKOME'ya Şaredarîya Mezin a Stenbol'ê ya meha Tebaxê hat kirin.
Li civînê hat biyardayîn ku ji xercên serwîsan re di rêje ya sedî 19,21'an de zam bê kirin.
Hat ragihandin ku ev zam teqabûlî nîvînkirina destheqê kêmtirîn enflasyonê ya 4 mehên dawî ye.
Bi vî awayî xercê 0-1 km li bajêr ji 554 TL derket 660 TL yê, xerca 23-25 km jî ji 1330 TLyî derket 1585 TL yê. (ÎLKHA)