Li Edene'yê 14 hezar lîtir sotemenîya qeçax hat bidestxistin
Li Edene'yê di operasyonên ku ji teref Miduriyeta Şaxa Micadelekirina Sûcên Organîze û Qeçaxçîtîyê hat kirin de 14 hezar lîtir sotemenî û pir malzemeyên cuda hat bidestxistin.
Ekîbên Amirîya Buroya Qeçaxçîtîyê ya girêdayî Miduriyeta Şaxa Micadelekirina Sûcên Organîze û Qeçaxçîtîyê ya Edene'yê di 3 cihên cuda de operasyonên li dijî qeçaxçîtî û berhemên sexte damezrand.
Operasyonên ku di hevedemî hat kirin de, 14 hezar û 100 lîtir sotemenîya qeçax, 210 lîtir alkola etîl, 50 hep telefonên mobîl ên qeçax û 50 heb aleta tijekirinê hat bidestxistin.
Di encama operasyonan de 3 şikdar hatin binçavkirin. Şikdaran piştî lêpirsînê ji 'edlîyeya ku hatibûn sewqkirin re bi darizandina negirtî ya şerta kontrola 'edlî hatin berdan. (ÎLKHA)