Îran û Efxenîstan di warê tendirustîyê de hevkarî kirin
Kalender Îbad'ê Wekîlê Wezîrê Tendirustîyê ya Hikûmeta Efxenîstan'ê bi Bahadûr Emînîyan'ê Balyozê Kabûl'ê ya Îran'ê ve civîya.
Di civînê de gotûbêjên xelaskirina xebatên nexweşxaneya Îmam Humeynî ya li wilayeta Bamyanê, perwerdekirina li ser nexweşîya penceşêrê ya doxtorên Efxen, derhanîna îlac û bikaranîna tesîsên tendirustîyê ya Îran'ê hat kirin.
Di heqê civînê de tu agahîyên din nehat dayîn. (ÎLKHA)