• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Karwana Hêvîyê Li Eskişehir'ê ji muxtacan re dibe hêvî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Karwana Hêvîyê, ji wexta ku hatiye sazkirin ji êtîm û muxtacên di Tirkiye û pir cihên dinya yê de xebatên alîkarîyê dike.

Êkîbên ku ji endam û dildarên komeleyê pêk tên mehele mehele digerin û ji kesên muxtac ku berê hatibûn nîşankirin re alîkarîya xida û nakdî belav dikin.

"Werin em bi hevre temamkirina pêwîstiyên cil, qirtasiye û mekteban a ji bo zarokên êtîm û muxtac re bibin seferber"

Îdrîs Aras'ê ku Nûnerê Karwana Hêvîyê ye Eskişehir'ê ye di heqê xizmetên xêrê ku ew dikin de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de van îfadeyan bikar anî, "Bi piştgirîya xêrxwazan, me di meha Tîrmehê de bi dehan êtîm û muxtacan re alîkarîiya xida û nakdî kir. Dildarên me ji bo bigihêjin kesên êtîm û muxtacên ku di her derê bajêr de ne pir hewldanê didin. Ji bo ku derfetên me bi sînorin em jî nikarin bigihêjin hin malbatan. Em di vê mijarê de piştgirîya gelê xwe yê xêrxwaz dixwazin. Demek hindik ji serdema hevotin û hînkirina nû re ma ye. Werin em bi hevre temamkirina pêwîstiyên cil, qirtasiye û mekteban a ji bo zarokên êtîm û muxtac re bibin seferber. Em di vê mijarê de li benda piştgirîya xêrxwazên hestyaran e." (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir