Şofêrê otobûsê ku beşdarî qezayê bûbû hat girtin
Hat destnîşankirin ku şofêrê otobûsê yê ku beşdarî qezaya ku li ser rêya Nîzîb-Entabê ku 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn hat girtin.
![Şofêrê otobûsê ku beşdarî qezayê bûbû hat girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Hj9Mez7lXtXln0k9qq139Ou-tGs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/34/sofere-otobuse-ku-besdari-qezaye-bubu-hat-girtin-dea6020e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Şofêrê otobûsê yê ku beşdarî qezaya ku li rêya Nîzîb-Entabê pêk hatibû û di encama wê qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn û dûre ew şofêr jî hatibû rakirin nexweşxaneyê û hatibû tedawîkirin, piştî tedawîyê ji teref dadgehêve hat girtin.
Li ser rêya Nîzîb-Entabê qezayek pêk hatibû, di encama wê qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn.
Hat diyarkirin A.M. yê ku şofêrê otobûsê ye û birîndar bûye, di encama tehqîqata ku hatibû destpêkirin de ji bona ku bê lêpirsyarkirin ji dadgehê re hatibû sewqkirin.
Di encama lêpirsyara li dadgehê de şofêr hat girtin û hat şîyandin girtîgehê. (ÎLKHA)