Li Xarpêtê di navbera du eqrebeyan de pevçûn: 1 mirî, 1 birîndar
Hat destnîşankirin ku li Xarpêtê di navbera du koman de pevçûna bi çek û kêr pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Çaydaçirayê di navbera du eqrebeyan de şer derket.
Şerê ku derket jî bi derxistina çek û kêran vegerîya bi pevçûnê.
Bi xeberdayîna mirovan ji cihê pevçûnê re ekîbên polês hatin sewqkirin û 2 kes birîndar bûn û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin A.D. yê birîndar hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)