Hejmara kesên ku di qezaya li Dêrika Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan 20 kesan
Di encama qezaya ku li navçeya Dêrika Mêrdînê pêk hat de heta niha 20 kesan canê xwe ji dest dan û 8 jê giran 26 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh di danê êvarî de li Taxa Bahçelîevlera Dêrika Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tira ku frêna wê teqîya du wesayîtan da ber xwe û dûre teqle avêt. Kesên ku bûn şahidê bûyerê xwestin biçin hawara kesên ku di qezayê de birîndar bûne ku hema di wê kêlîyê de tireke din a ku ji kontrolê derket da nav qelebalixa ku kom bûbû.
Di encama qezayê de ku li navçeya Dêrika Mêrdînê pêk hat de heta niha 20 kesan canê xwe ji dest dan û 8 jê giran 26 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)