• DOLAR 32.698
  • EURO 35.468
  • ALTIN 2479.079
  • ...
Di qezaya Entabê de hejmarê mirîyan derket 16 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeyek qeza kir û ji bona wê erebeyê jî ambûlans û îtfaîye hatin sewqkirin û wan ambûlans û îtfaîye jî li ser rê disekinîyan û otobûseke aîdê fîrmayeke bi taybet ya Dîyarbekirê û erebeya weşana zindî ya Ajansa Xebera Îhlasê di paş de li ambûlans û îtfaîyeyê qelibîn.

Di encama qezayê de heta niha bi tevî 3 endamên îtfaîye, 4 endamên tenduristî û 2 rojnamegeran 16 kes canê xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.

Dawut Gulê Walîyê Entabê û Fatma Şahîna Seroka Şaredarîya Mezin ya Entabê jî hatin cihê bûyerê û li vê derê tehqîqatan kirin û ji rojnamegeran re daxuyanî dan.

Gul û Şahîn, di daxuyanîyên xwe de ji bona kesên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî şîfa xêrê daxwaz kirin.

Piştî xebatan alîyekî rê hat vekirin û çûndin û hatina erebeyan di bin kontrolê de hat domandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir